A+ A A-

Derheqa Kurdistan Press

KURDISTAN PRESS

Piştî 26 salan dema em arşîva dîgîtal ya Kurdistan Pressê pêşkêşî xwendevan û lêkolîneran dikin, divê hin agahdariyên pêywist jî bê dayîn.

Rojnama Kurdistan Press di meha îlona 1986 an de wek rojnamekî bi kurdî û tirkî û 15 rojîn dest bi weşana xwe kir. Ji ber problemên ekonomîk û redaksiyonel di îlona 1992 an de weşana xwe da rawestandin.

Kurdistan Press li paytexta Swedê li Stockholm hat weşandin. Di welatên Ewrupî û çar parçeyên Kurdistanê de hat belawkirin. Rojname bi rêya posta digihişt Amerîka, Kanada û Australia. Bi wext re aboneyên wê ji Afrîka Başur heyya Şîlî, ji Israîlê heyya Rusya û Ermenistanê çêbûn… Hin welatên Ewrupî wek Almanya û Hollanda di bayîyên rojnamafiroşan de dihat firotin. Lê bele piraniya xwendevanên Kurdistan press ji aboneyan pêkdihat.

Ajansa Nûçeya Kurd (ANK) ku bi Kurdistan Press re di heman deme de hat damezirandin bi nûçeyên xwe di demekî pir kurt de bû çavkaniyeke pêbawerkirî û giring ji bo çapemeniya gellek welatan.

Kurdistan Press di kîjan mercan de hat weşandin

Kurdistan Press di destpêkê de di 15 rojan de careke bi 16 rûpelan, piştî hejmara 41; an bi hefteyî 12 rûpel hat weşandin. Ebada wê A3 bû. Piştî hejmara 74; an pê de dîsa bû 15 rojîn, hejmara rûpelên wê bûn 16. Lê gellek hejmarên wê 20-24 rûpel jî hat weşandin. Ji ber problemên aborî di salên dawî de perioda weşana wê bi rêk û pêk berdewam nekir.

Di destpêkê de her hejmareke Kurdistan Press 15 000 lib (nusxe) dihat çapkirin. Pişt re hejmara çapa wê ket 10 000 nusxe. Di sala dawî de 3 000 nusxe dihat çapkirin.

Kurdistan Press di heyyamên zordestiya mîlîtarîst kolonyalist a rejîma Tirkiye de, di demên komkujiya dîktatoriya Saddam li hemberê milletê Kurd de, di dema hêrîşên giştî ya rejîma Xumeynî li hember millete Kurd û di bin dîktatoriya Baas’a Suriye li dijî milletê Kurd de hat weşandin.

Ji bo haydarkirina cîlên nû û ji bo pêkanîna çapemeniyeke bi rêk û pêk a Kurdî, divê  derbareya Kurdistan Pressê de ku bi ked û fedekariya kadro û alîkariya dostan li sirgunê (mişextî) dihat weşandin agahdariyên pêywist bê dayîn.

Kurdistan Press ji aliyê tevgera Rizgarî ve wek rojnameke girseyî hat plankirin. Karê Şef redaktori ya (serniwîser) rojnameyê Orhan Kotan bi rêvedibir. Di damezrandina Kurdistan Pressê de Abit Gürses, Ceyhun Arslan, Müfit Kotan û Şefik Dündar cîh girtin. Li gor bîr û baweriya wan rojan A. Gürses, C. Arslan, M. Kotan û Şefîk Dündar ji bo ku di pêşerojê de bikaribin li Tirkiye kare xwe bi hesanî bimeşînin navê xwe bi rastî bi karnedianîn, bi navên din yan jî bi mahrecên din bi kartanîn. Bi tene O. Kotan bi navê xwe dinivîsand.

Bi kurtebirî di metbaxa Kurdistan Pressê de, yanî ji peydakirina pareye bigre ta çêkirina rûpelan, ji hevpeyvînan bigre ta girtina suretan, şopandin û nivîsandina nûçeyan bigre ta nivîsandina gotaran barê rojname li ser milên Orhan Kotan, Abit Gürses, Ceyhun Arslan û Müfît Kotan de bû. Li salên paşê hin hevalên ku naxwazin navê wan li vir bê nivisandin û Berçem Tekeş jî alikariyên hêja kirin. Hingî bi tenê Orhan Kotan wek xebatkarê Komela Navenda Çanda Kurdistanê maaş werdigirt. Kadroyên mayîn hem aboriya xwe pêk dianîn hem jî ser esasa fedekariyê bi şev û roj karê rojnamevaniyê dikirin. Herweha lı vir divê bê gotin ku di wê demê de O. Kotan di gel gellek nexwaşiyên giran ji ji gurçikên xwe dializ dibû.

Kurdistan Press beriya dest bi weşana xwe bike, hema hema hemmu partiyên siyasî yên Kurdistanê re têkilî danî, wan agahdar kir, alikariya wan xwest, bi merca şandina nûçe û gotarên nivîskarên meyildarê wan re rêy vekir. Her weha bi komela federasyon û rêxistinên çandî yên Kurdî li Ewrupa re pêywendî danî, da zanîn ku rûpelên wê ji nûçe û çalakiya wan re vekiriye. Wekê din nêzîkê 100 rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên Kurd û Tirk re bi nameyeke serî lêda alikariya wan xwest. Hin rewşenbîr û nivîskar  bersiva nameye nedan. Lê hejmareke mezin bi erênî bersiva Kurdistan Pressê dan û dest bi nivîsandinê kirin.

Piştî gellek salan dema em ew nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên ku alikariya xwe ji Kurdistan Pressê texsir nekirine bi bîr tînin, bi taybetî ew kêsên ku îro ji nav me koçkırıne wek Nureddîn Zaza, Elizabeth (Lissy) Schmidt, Orhan Kotan, Mihemed Bekir, Mahmud Baksi, Mehmed Uzun, Kemal Işık (Tori) bi rehm û rêz bi bîr tînin, bila cîhê wan bihuşt be…

Nıvîskar û rojnamevanên Kurdistan Press

Orhan Kotan (N. Bora), Abit Gürses (A. Fevzi), Ceyhun Arslan (Ç. Çeko), Müfit Kotan (B. Serdar), Şefik Dündar, Felekeddin Kakayi, Derwêş M. Ferho, Yorgo Baca, Nihat Behram, Kirve Kalender, Têmurê Xelil Muradov, Pervin Cemil, Bêkes, Arif Özserin, Şerafettin Kaya, Şahinê Bekirê Surekli, Celal Aydin, Fexredin Gerdi, Ruşen Arslan, Bareş Battê, Ali Bucak, M. Selim Firat, A. Dikili, Lokman Polat, Ali Kılıç, Firat Ceweri, Brindar, Mahmud Lewendi, Şoreş Zirek, Hesenê Metê, İlhami Can, Şerefxan Cizîrî, Paşa Uzun (Xorto), Bavê Nazê, Dr. Cuwan Heqqî (Dr. Fendi), Ahmet Meki (A. Tigris), Uso, Kazım Baba, Battal Battê, M. Ali Kut, Şipalê Xecê, Taner Akçam, Doğan Özgüden, M. Tayfun (Malmisanij), Omer Şeyhmus, Salah Cumhur û hin navên din ku carna dinivîsandin. Wekê din hin kesên ku navê van li jor hatiye nivisandin weynê gotarên xwe carna bi nüce û hevpeyvînan jî alikariyeke giring dane Kurdistan Press.

Herweha xeynê wan kesan ku li jor navê wan hatiye nivisandin, hin kesên din jî carna bi şandina nûçeyan, fotografan û belawkirina rojnameyê de alîkarî dane Kurdistan Pressê. Hin ji wana îro jî di nav medya Tirkî de kar dikin ji ber vê em navê wan nanivîsînin. Lê alikariyên Ergül Kıyak, İsmaîl Göldaş, Günay Aslan, Cahit Mervan, Cemal Batu, Ekrem Rojhat, Ali Rıza Sever, Mahir Taha, Ali Saltik, İbrahîm Şafak, Ali Şafak, Halil Kara, Mevlüt Ölbeg, Şerefnaz Kaya, Rahmi Dersimî, Ronî Alasor, Dersimli Ahmet, Ahmet Uzun, Şiyar Farqinî, Fatma Karahan, Melle Mihemed, Şeyhmus Merge, Yekiti Gulbaran, Ayhan Evci, Mahmut Koçgirî, Emine Evci, Haci Inekcî, Abdullah Irmak, Serhat Bapîr, Beşîr Botanî, Bekir Uçar…  nayên jibîrkirin.

Wekê din wergerandina ji soranî tîpên erebî bo kurmancî alikariya Abdulvahap Mirza, wergerandina tirkî-kurdî de Ahmet Meki, Sitki Çelik (Hemê), Birîndar, Bavê Barzan û wergerandina nûçeyên ANK û Kurdistan Pressê ji tirkî bo ingilîzî ked û fedekariya hêja Erol Taymaz û xanima wî nayên jibîrkirin.

Ekonomiya Kurdistan Pressê û Amadeyiya Weşanê

Kurdistan Press roja hat damezrandin heyya ku hat girtin her tim din av keftelefta (problemên) ekonomik de bû. Sermaye pêşî ya Kurdistan Pressê li dor 110 000 krona Swedî bû. 25-30 hezar krona vê sermayeye kare paqijiya sinema û ofîseke turizme ku Şefik Dündar, Müfit Kotan, Ceyhun Arslan û Abit Gürses dikirin pêk dihat. Disa 37 500 krona vê Komela Navenda Çanda Kurdistanê ku hevalên navborî tê de kar dikirin hat. Beşê mayin jî deynên ku Mehtap Kotan, Ekrem Yildiz û Erdal Şenel ku bankeyan li ser navê xwe wergirtibûn pêkdihat.

Di rewşa wan rojan de makine alet edawatên herî pêşketî bi buhaya 600-700 hezar krona bi rêya leasing hat standin. Ofiseke 5 oda hat kirêkirin. Wek xwediyê Kurdistan Pressê Şîrketa Anonim a Gilala AB hat damezrandin. Berpirsiyariya mali ya Kurdistan Pressê li ser Orhan Kotan bû.

Ji bo agahdaridayina derbarê Proja Kurdistan Press û ANK û têkîlî danîn û xwestina alikari ji parti û  rêxistinên Kurdî ku li Iran, Iraq û Suriyê kar dikirin  Abit Gürses û Şefik Dündar çun wan welatan. Herweha Abit Gürses bi pêşmergeyên PDK Iraqê re derbasê navçeyên rizgarkirî ya Kurdistana Başur bû, di derbarê xebatên pêşmerge û jiyana sivîl ya navçeyên rizgarkirî de bi hevpeyvîn nuçe û fotografan raya giştî ya dinya û Kurdistanê hat agahdarkirin.

Beriya ku Kurdistan Press dest bi weşana xwe bike nêzikê 5-6 mehan amadeyi hat kirin. Di vê deme de arşîveke hat amadekirin. Orhan Kotan, Ceyhun Arslan û Müfit Kotan fêrî bi kar anîna komputer, repro û alet adewatên mayin bûn.

Piştî van amadeyiyan hejmara ceribandinê di 12ê Ilona 1986 an de li Stockholmê belediya Sundbyberg, taxa Hallonbergen di navnîşana Örsvengen 6 C de hat weşandin. Hetta hejmara dawî jî xebata Kurdistan Press û ANK div ê navnîşanê de berdewam kir.

Pareyên ku ji firotina Kurdistan Pressê dihat, ji sedî bîstê (% 20) mesrefê dernedixist. Rizgarî jî alikarîya maddî dikir lê ji bo finansekirina rojnamekî ne bes bû. Kulturrodet (dezgeheki resmi ya Swede ye) ku alikariya hemmu xebatên kulturî dikirin, alîkarî dida Kurdistan Pressê jî.Wekê din Weqfekî Almani ku alikariya xebatên milletên bindest dikirin nêzîke 300 hezar Markê Almanî alikari da Kurdistan Pressê. Herweha karsazeki Kurd 200 hezar Markê Almanî alikari da Kurdistan Pressê.

 Ji bo çareserkirina problemên  ekonomik li Londonê kokteylek û Berlin û Stockholmê şevên piştgiriya Kurdistan Pressê hat çêkirin ji wan çalakiyan jî nêzîkê 200 hezar kron pare giha Kurdistan Pressê.

Kokteyla Londonê û herdu şevên piştgirî bê guman bi alikariya hunermendên hêja Şivan Perwer, Ciwan Haco, Gulistan, Nizameddîn Arıç, Nasirê Rezazî, Şêrîn û Baran ku tu pare ji Kurdistan Pressê nexwastin pêk hat.

Herweha carna ji hin kesên kurd jî  alikariyên mutewazi dihat.

Bêguman teqsîdên mehane ya alet û edawatan, kire û mesrefa  çapxane kêmanî 60-70 hezar kron dikir. Tu car hatina Kurdistan Pressê negiha vê astê.

Ji bo reklam hin markayên mezin û navnetewî re pêywendî hat danîn, lê hemmû jî gotin em reklamên xwe bi tirkî, farisî erebî dikin. Xwe nêzîkê reklama Kurdî nekirin.

Ji bo wegirtina Alikariya Çapemenî (Press stöd) ku hemmu rojnameyên ku li Swed tên çapkirin werdigrin, pêywist bû ku 2 000 abona me li Swed heba, me gellek li ber xwe da mixabin em negihiştin vê hejmarê.

Li vir her kesekî ku ji bo çareserkirina problemên ekonomik ya Kurdistan Pressê de bûne alikar, pêşî Weqfa Almanî, Karsazekî Kurd, Tevgera Rizgarî bi taybetî Bilkays Erikli, Yaşar Oguz, İbrahîm Guçlu û Mahmud Baksi ra spasiya xwe peşkeş dikin.

Xebata Kurdistan Pressê hema hema ji sedî sed li ser fedakariyan hat meşandin. Ev yek pir girîng û hêja bû lê ne bes bû. Çapemenî bê pare çênedibû, pare jî bi me re tunnebû…

Sala dawî beriya ku weşana Kurdıstan Press bê rawestandin, bi beşdarbûna hin kesayetiyên Kurd ku li Swedê dijiyan çend civîn hatin çêkirin lê mixabin ji bo berdewamkirina rojname sermaye pêywist nehat berhevkirin û ev gav jî fayde nekir.

Hejmara 93. An bû hejöara dawi ya Kurdistan Pressê

Herweha beriya ku weşana rojname bê rawestandin ji bo weşandina wê li Istanbolê yan jî li Diyarbekirê niyetek ciddî hebû. Di navbera Orhan Kotan, Abit Gürses û Ceyhun Arslan de lihevhatinek çêbûbû. Tu berpirsiyarî an jî girêdaneke rêxistinî ya wan sê kesan bi tevgera Rizgarî re nemabû.

Lê mixabin piştî biryara alikariya SIDA (dezgeha alikariya Swedî) di navbera merhum Orhan Kotan û Mahmud Baksî de hin bûyerên nexweş rûda. Weşana Kurdistan Press bi dawî hatibû alîkarî jî bi navê Kurdistan Press hatibû standin. Lê ji xwe Kurdistan Press hatibû daxistin êdî mafê tu kesekî nemabû kul i ser navê Kurdistan Pressê tasarruf bikira.

Dema weşana Kurdistan Press bi dawî hat, arşiv û alet edawatên rojname ji Orhan Kotan re ma. Pişt ra hate fêmkirin ku Orhan Kotan ji bo derxistina rojname Realite (ku 6 hejmar li Istanbolê deket) van alet edawatan biriye Tirkiye, di wê rojnama de têzên xwe  ’’bi nasname kurdî hevwelatiyê azad’’  da belawkirin.

Polîtîka weşanê ya Kurdistan Press û ANK

Me li ser Kurdistan Press çawa hat damezirandin, di naw kîjan rewşan de hat weşandin, rewşa ekonomi û kadroyên wê de agahdarîyek kurt da. Bê ku li ser naveroka wê zede bisekinin li ser hin xalên giring hinek rawestin û bihêlin ku xwendevan û lêkolîner bi xwe biryara xwe bidin.

Kurdistan Press û ANK bi xiyreteke ji dil dixwest xebatên hemmu rêxistinên Kurdî re nêzîk bisekine. Lê di wê helwesta xwe de çiqas bi serketî bû an nebû, maye xwendevan û lêkolîneran.

Kurdistan Press zilm û zordesti, dagirkeriya leşkeri, asimilasyon û sıyasetên kolonyalist a dewleta Tirkiye, Iran, Iraq û Suriye teşhir kir. Xwest ku bibe çav, guh û dengê pêşmerge, kadro û milîtanên zindankirîya tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê.

Ji bo teşhîrkirina jenosîd û komkujıyên li ser milletên qedîm û bira Ermenî û Suryaniya rawestiya xwest ku bibe dengê wan jî…

Pirsgirêka Jinan li Kurdistanê da nîqaşkirin…

Cara pêşî di li rojnameke siyasi û Kurdî de rûpelek taybet ya zarokan û nûçeyên sporê cîh girt.

Bi bikaranîna  Kurdî (kurmancî) ku di bin tehdîda wundabûnê de bû, hişt ku zimanê rojnamevanî û nûçevanî bi pêş bikeve.

Her weha xwe gihand hemmû nivîskar û hûnermenda, xebat û berhemên wan bi raya giştî da nasandin. Wek nimune ev xebatê ha pişt re hin tişt ji aliyê Mehmed Uzun ve lê hat zêdekirin bi navê Antolojija Edebiyata Kurdi hat weşandin.

Bi stranbêj, ressam û şanogerên Kurdan re hevpeyvinan hat kirin, xebatên wan bo raya giştî hat nasandin.

Li ser dîroka Kurdistanê weşaneke întensîv hat kirin, ji xeynê belge û gotaran bi Ruşen Bedirxan, Mina Xanim, Ibrahim Ahmed, Hesen Hişyar, Hejar Mukriyanî, Kerîm Husamî û Dr. Abdulrahman Qasimlo re hevpeyvînên balkêş hat kirin.

Li ser rûdanên Kurdistan, Rojhilatanavîn, Swed û Cîhanê gotar, analiz û nûçeyên cihêreng hat belawkirin.

Bi siyasetmedar û rewşenbîrên Ewrupî û Swedi yan re li ser pirsa Kurd hevpeyvînên hêja hat çêkirin.

Xebat û çalakiyên diaspora Kurdî ragihand rayagiştî.

Dewleta Tirk hinde ji xebata Kurdistan Press û ANK aciz bû ku, Waliyê Kolonyalist H. Kozakcıoğlu heyeta parlamentoya Swedê ku çubûn Kurdistanê (Maria Leisner, Ragnild Pohanka û hwd.) tehdîd kir. Dewleta Tirk ji ber ku ev siyasetmedar hevpeyvîn bi Kurdistan Press re kiribûn çuna wan ê Tirkiye qedexe kir.

Em xebatên ANK û Kurdistan Press di dîroka rojnamevaniya Kurdî de konexeke girîng dibînin. Ger mirov Kurdistan Press û çapemeniya Kurdî ya wê deme bide berhev ferqa wê bi awakî zelal dikare bibine.

Kurdistan Press li ser esasa fedakariyê bi awakî profesionel weşana xwe domand. Dîsa zor spas her kesek ku alikariya Kurdistan Press û ANK kirine. Spas ji bo Berpirsê Kitêbxana Kurdî li Stockholê Newzad Hirorî û Lutfî Baksî ku hin hejmarên kem temamkirin.

Em gellek kêyfxewşin ku bi teknîka nû arşîva Kurdistan Pressê ji wundabûne rizgar dikin û pêşkêşî xwendevan û lêkolîneran  dikin. Cîlên nû jî dikarin jê sûd werbigrin û rojnamevaniya Kurdî pêş ve bibin.

Em hêvıdar in ku piştî 26 salan dema em vê nasandina kin dinivîsînin ew kesên ku keda xwe dane rojnamê û ajansê jî bi liyaqat bibîr anin.

Ger zêdeyî an jî kêmasî hebin, li me biborin.

2013-02-05 / Stockholm

Abit Gürses                       Ceyhun Arslan