A+ A A-

Re dûr tekoşin dijwar e

  • Kategori: Civakî
  • Gösterim: 10874

"...Hejmara pêşîn xalek bi serê xwe ye. Çêbûna zarokeke... Qolinca berî çebûne, serpehatiya we û pirsgireken wî, diya wê, zarok û yek jî bavê wê guhdarî dike. Meriv hilavêtina dilê wê dibihîze û xweşî û nexweşiya wê dijî. Lê belê, hê destê wê ne di destên te de, serê wê ne li ser milên te ye. Çêdibe û pêvajoyek nû dest pêdike. Pêvajokek, ku berîçêbûne te qet hesaba wê nekirî û giraniyek nedaye ye. Gaza wê di zik deye, digrî; dê diranên wê derkevin nikare raze; hewceyî sabuna ye; tî bûye nikare raze û wekî din... û ji derveyî te dikeve rengekî din, canekî cûda digre, mezin dibe û diçe..."

Birayê me yê nivîskar û helbestvan Nîhat BEHRAM, ku mihaciriye di mêjî û dilê xwe de dijî, dîtinen xwe yên di derhega Kurdistan Press'de bi vî awayî digot. Tiştekî, ku meriv li van zêde bike nîne. Piştî xebat û kar û barekî dür û dirêj, Kurdistan Press hat bergeha (merhela) weşanê. Hejmara wê ya peşî dê di 24 ê îlonê de biweşe.

Bara Kurdistan Press giran e. Erka wê cidîye... riya wê dirêj, bi êş û kemînan ve tijî ye.

Çaxa Kurdistan Press tedarika veşanê dikir, em bi dür û direjî li ser vana rawestiyan. Me bi hemû tevgerên siyasî, grup û kesan re têkilî danîn. Me bangî 104 nîviskar û polîtîkzan, 44 komel, 30 kovar û weşanxanan kir.

Hinekan zehmeta bersivdanê nedan xwe. Hinekan dan diyarkirin ku ewê di tu alîkariye de beşdar nebin. Lê beşekî mezin piştgirî alîkariya bi her awayî pêşkêş kirin.

Xebatkarên Kurdistan Press heta heremên Kurdistan a rizgarkirî re çûn. Bi pêşengên siyasî, bi serdar û berpirsiyarên pêşmergan, bi rêxistinên jinan, rêxistinên xortan û bi gelek nivîskar, hozan, hunermend û w.d. re hevdîtin li darxistin. Ji wan re Kurdistan Press nasandin. Van merxas û gehramanên, ku bi diran û nenûkên xwe Kurdistan hembez dikirin, bi vê nûçeya han dilxweş û serwext bûn. Ji Kurdistan Press re wêne, helbest, û pîrozname şandin..

îro, Kurdistan Press bi teknîkê modern tê amadekirin. Bi alîkariya keda dilxwazên meyildarên dîtinên siyasî yên cûda bi reng dibe. Xebatkarên Kurdistan Press tiştê ku hewcebû kirin. Niha dora civata welatparêz û demokrat û rizgarxwazên netevî ye.

Divê em Kurdistan Press ê, di tekoşîna rizgariya netewa Kurd da wek çekekî bi kar bînin. Divê em mil bi mil piştgiriya Kurdistan Press ê bikin, û wê têxin her mal û her holê.