A+ A A-

24 Îlon1986

ORHAN KOTAN  Adete: Weşanek nû bi şiklekî gelemperî ji bo çi derdikeve daxwaza wê çi ye; bi pêşgotinekî dide zanîn. Min pêkanîna ve yekê di Kurdistan Press'ê de piştê çend hejmaran çêtir dît.

Kurdistan Press veşana xwe û sebebên wê ne tam be jî da xwiya kirin, encamên wê em dê di jîyanê de bi hev re bibinin.

Li gel ve yekê jî ez bawer dikim ku Kurdistan Press, di tekoşîna hebûna gelê Kurd de, ku li ser wê gelek erîş hene, piçûk jî be, wezîfa xwe bi cîh bîne.

Ez sipasê hevalên ku, di kar û barên ve rojname de alikariyen xwe ji min texsîr nekirin, dikim. Ez hevîdarim ku bîr û baweriyên wan vala neçin.

Ez vazîfe qebûl dikim ku hirmet û silavên kedkarên Kurdistan Press' e; ji kesên ku di sînoran de cesedên xwe yên perçekirî hiştin û ji nav me çûn, kesên ku li dijî lêdan, işkence, zilm û zindanan li berxwe didin, ji pêşmergeyên qehreman ku canê xwe di rêya şoreşê de feda dikin, ji jinen Kurd yên fedakar û jehatî, ji dê û xwişkên me, ji însanên me, ku di bin zilma koledariyê de dinalin, ji mîlîtanên bê navnîşan û velat re peşkeş bikim.

Ew kes in ku di dilê me de qehrekî bî eş in û di ronahiyên bîboken çavên me de pêdikevin û vedimrin... Ger Kurdistan Press, liberxwedana van însanên me ji bo rayagiştî re karibe bide zanîn, wê çaxê wezîfa xwe dê bi cîh bîne.

Ji bo rojname jî dixwazim van tiştan bibejim; rojname, bi gelemperî di çend hejmarên peşî de dê bala xwe bide li ser rexne û gotinen xwendevanên xwe. Em rûpelen rojname di van hejmarên peşî de li ser ve bingehê rêz bikin. Pişt re, rûpelen rojnameyê li gor daxwaz”n giştî de bigihe sîstemeke bingehîn.

Piştê xebatekî dirêj em hejmara yekan diweşînin. Piştgiriya Kurdistan Press'e bikin,  rexne û pêşneyarên xwe peşkeş bikin da ku em bikaribin  Kurdistan Press'ê  bikin weşanek netewî!...

ORHAN KOTAN

Ji bo ku bikaribin berdewamiya nivîsê di formata digital PDF'ê de bixwînin lînka Kurdistan Press, Hejmar:1, 24 Îlon 1986 bitikînin.